ANKARA
Waliyê Kirikkaleyê Alî Kolat, daxuyanî da ku li bajaroka Hasandedeyê ya li ser Kirikkaleyê di depoya Saziya Endustrî, Kîmya û Makîneyê (MKE) de piştî teqînê şewat derket û şewat ji ber bayê belavî ser qadeke fireh bû.
Kolat anî ziman ku di şewatê de tiştek bi tu kesî nehat û wiha dewam kir: "Li vê herêmê gelek depoyên kevn yên barûtê hene û zêde nayên bikaranîn. Dibe ku teqîn ji ber bermayiyên li wê derê pêk hatibe. Niha di destê me de agahiyên teqez tunene."
Kotan got qadeke bi qasî 50-60 hektarî şewîtî û xebatên sarkirinê dewam dikin.
Şewat di bin kontrolê de ye
Depoya ku şewat lê derket 25 kîlometre dûrî Kirikkaleyê ye. Tîmên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kirin.
Pişti teqînê Serokê Komîsyona Parastina Neteweyî Oguz Kaan Koksal li herêmmê lêkolîn kir.