Utku Şimşek
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Mijdar 2024
Mişawirê Çapemenî û Têkiliyên Gel ê Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) Tuxamîral Zekî Akturk li wezaretê civîna çapemeniyê ya agahdarkirinê li dar xist û salvegera avabûna 101emîn a Komarê pîroz kir.
Akturk diyar kir, Artêşa Tirkiyeyê bi helwesta ku terorê di cî da tune bike va bê navber û biryardarî operasyonan didomînin û wiha dewam kir, "Bakurê Iraq û Sûriyeyê jî tê da di hefteyeke dawîn da 198, ji 1ê Rêbendanê heta niha jî 2 hezar û 419 terorîst hatin berterefkirin."
Akturk destnîşan kir, piştî êrîşa dijî kampusa Kahramankazanê ya Şirketa Anonîm a Hewagerî û Sanayiya Fezayê ya Tirk (TUSAŞ) li dijî hedefên terorê gelek operasyonên esmanî hatin kirin.
- Ji serê salê pê va 86 terorîst teslîm bûn
Akturk bi bîr xist ku 3 terorîstên PKKyî hefteya borî ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn û teslîmî qereqola hidûd a li Xabûrê bûn û wiha dewam kir: "Ji serê salê pê va jimara terorîstên ku teslîm bûn, derket 86an."