27 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
AMMAN
Li hizûra Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Urdunê Evdilah en-Nusur di navbera herdu welatan de di serî de aborî û bazirganiyê di gelek qadan de peyman hatin îmzekirin.
Serokwezîr Davutoglu û Serokwezîrê Urdunê Nusur li avahiyê Serokwezîrtiyê de hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê merasima îmzeyê ya di navbera herdu welatan dest pê kir.
Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Petrayê jî di vê merasimê de peymana hevkariyê îmze kirin.
Rêvebirê Weşana Giştî û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu û Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Petrayê Faîsal Al Shboul peyman îmze kirin.