Li Nîgdeyê xortekî ji bo teklîfa zewacê li ser destiyên xwegirtinê yên otobosê navê hevala xwe û daxwaziya xwe da nivîsandin.
Turgut Soyluyê ku li Îstenbolê dijî ji hevala xwe re surprîzeke teklîfa zewacê pêk anî. Soylu li ser destiyên xwegirtinê yên otobosê "Gîzem bi min re bizewice." "Gîzem ez ji te hez dikim." "Dilşadiya ku bi porteqalê tê" da nivîsandin.
Her du heval li kolana Borê otobosê siwar bûn. Gîzemê nivîs dit û ecêb ma û li rawestgeha pey wê peya bûn. Hevalên wan li ew pêşwazî kirin.
Gîzem Akê bextewarîya xwe anî ziman û got: "Surprîzeke pir rind bû, ez qet li bendê nebûm. Gava ku ez li otobosê siwar bûm min nivîs dît, ez pê bawer nebûm."
Turgut Soylu jî got ku "Ez ji zaroktiya xwe vir de ji Gîzemê hez dikim. Dawiya hefteyê gustîliya me heye lê belê ez li leşkeriyê bûm, min tu firsend nedît ku teklîfa zewacê bikim. Min jî tiştekî wiha kir û Gîzem pir kêfxweş bû.