06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Midûriyeta Ewlekariya Bajêr der heqê xwepêşandanên bêdestûr ên ku par di 6-7ê Cotmehê de li Diyarbekirê bi hinceta Kobanêyê (Eyn el-Ereb) hatin lidarxistin de raporeke 46 rûpelî amade kir.
Emniyetê ji bo lêpirsîna kuştina Yasîn Boru û hevalên wî raporeke 46 rûpelî amade kir. Raporê di dosyeya lêpirsînê de cih girt. Di raporê de kesên qewimîn raxistin ber çavan.
Di raporê de hat gotin ku Serokatiya Bajêr a Partiya Herêmên Demotratîk û Kongreya Civaka Demokratîk bangî gel kirin da ku derkevin ser kolanan. Dîsa li gorî raporê di bûyerên li Diyarbekirê de tevî Yasîn Boru û hevalên wî 12 kes hatin kuştin, tevî 65 welatiyan 14 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn.
Di bûyeran de 144 avahî û kargehên taybet, 16 avahiyên qamûyê, 6 firoşgehên nêçîrê, 17 bankeyên taybet û qamûyê, 4 dibistan, kevingehek, 88 wesayîtên taybet, 40 wesayîtên qamûyê, avahiyeke partiyê û 36 kamerayên MOBESEyê zirar dîtin.
- Tevdîrên ewlekariyê xurttir kirin
Ji ber bûyerên ku belayî herêmê bûn, li Diyarbekirê tevdîrên ewlekariyê hatin xurtkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku midaxeleyî bûyerên civakî bikin, jê 556 hêza pola 871 polês hatin wezîfedarkirin. Ji Mûş, Enqere, Ordu, Tokat, Sêwas, Kirşehîr, Eskîşehir, Sînop û Boluyê 9 TOMA teqwiye kirin. Ji 189 kesên binçavkirî jê 175 kes derxistin ber dadgeha nobedar, ji şikberan 45 kes hatin girtin.
Der heqê Yasîn, Hasan Gokgoz, Ahmet Dakak û Riyat Guneş ên ku di bûyeran de bi awayekî wehşî hatin qetlkirin de doz hat vekirin û ji bo 34 berşikî cezayê hebsa muebet a ku 5 caran hatiye girankirin, hat xwestin.
Ji ber sedema ewlekariyê dadgehê biryar da ku danişîna dozê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were kirin.
- Derketina derva hat qedexekirin
Di raporê de hat bibîrxistin ku ji ber bûyeran derketina derva hat qedexekirin, hemû dezgehên perwerdeyê heta 13ê Cotmeha 2014an ketin betlaneyê, der heqê 294 kesan de ji ber ku "qedexeya derketina derva binpê kirin" miemele hat kirin.
- Rojnamegerên alman hatin binçavkirin
Ji ber îdiaya ku di bûyeran de "bi zarokan lastîkan didin şewatê û dû re dikin nûçe" rojnamegerên serbest ên welatiyên Almanyayê Bjorn Kietzmann, Ruben Martin Neugebauer, Christian Grodotzki û Alexandra Yvonne Karin Kaprzok û Christian Vincent Gruber ên ku ji bo Geziyê hatin Diyarbekirê, hatin binçavkirin û piştî miemeleyan serbest hatin berdan.
Walîtiya Diyarbekirê 234 hezar û 997 lire pere da 73 esnafên ku di bûyeran de zirar dîtin.