02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu der barê êrîşa terorê ya li navçeya Sûrê de got "(Kuştina Tahir Elçî) Divê teqez rastiya bûyerê derxin holê, kiryar bên dîtin û wan teslîmî darazê bikin. Em ê ji aliyê siyasî ve bibin şopînerê vê yekê."
Kemal Kiliçdaroglu bi Arîkarê Serokê Giştî Sezgîn Tanrikulu û Sekreterê Giştî Gursel Tekîn re Baroya Diyarbekir ziyaret kir. Kiliçdaroglu demekê li ber maseya Tahir Elçî ya ku li ser wêneyên wî û beybûn hene rûnişt pişt re bi Wekîlên Serokê Baroyê Velat Alan re hevdîtin kir.
Kiliçdaroglu vir civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo sersaxiyê xanima Elçî ziyaret kir û got ku "Me sersaxî dayê, bi metaneteke mezin pêşwazî kir. Daxwaza wê ya herî mezin ew e ku kiryaran derxînin holê."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku teqez divê kiryarên serokê baroyê yê ku li navenda Diyarbekirê hat qetlkirin derxînin holê û wiha axivî:
"Divê teqez rastiya bûyerê derxînin holê, kiryar bên dîtin û wan teslîmî darazê bikin. Em ê ji aliyê siyasî ve bibin şopînerê vê yekê. Divê di Tirkiyeya sedsala 21emîn de kuştinên kiryar nediyar tunebin. Malbata wî, zarokên wî ji kîjan nêrînê dibe bila bibe hemû partiyên siyasî vê yekê dixwazin. Em li ser navê hiqûq, mirovahî û malbatên wan vê dixwazin. Divê teqez rastiya vê bûyerê derxînin holê."