Serokê Sererkaniyê yê berê Orgeneralê teqawîdbûyî Dogan Gureş, yê ku li nexweşxaneya GATAyê tedawî dibû miribû, li Goristana Leşkerî ya Cebeciyê hat definkirin.
Cinazê Gureş ewil birin Baregeha Sererkaniyê û piştî merasima wir anîn Mizgefta Kocatepeyê.
Jina wî Efser Guneş û eqrebayên wî teziye qebûl kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Serokwezîra berê Tansu Çîller û gelek kesên din beşdarî merasimê bûn û sersaxî dan malbata wî.