ERBÎL
Du wezîrên Tirkiyê Muammer Guler û Mehmet Şimşek, ji bo pîrozbahiya Eyda Qurbanê peyama xwe li ser hesabê Twitterê bi kurdî nivîsandin.
Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler li ser hesabê xwe yê Twitterê bi sê zimanan (Tirkî, Kurdî, Erebî) peyam belav kir. Guler, bi kurdî wiha nivîsand: "Cejna we a qurbanê pîroz be."
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şimşek jî, "Eyda we pîroz be" nivîsî û peyama xwe wiha qedand: "Ez hêvî dikim ku ev eyda qurbanê ji gelê me û alemê îslamê re bibe sedema aramî, aştî û xweşiyê."