Nihat Kavşut
26 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2019
Ji bo Wesayîta Tirkiyeyê ya her kes mereq dike demeke hindik ma.
Li ser hesabê Twitterê yê Koma Teşebisa Wesayîta Tirkiyeyê (TOGG) vîdeoya hûrgiliyên wesayîtê hat weşandin.
Di peyamê da bal kişandin ser quweta pîla wê û sîstema ceyranê ya wesayîtê.
Li ser hesabê Twitterê yê TOGGyê cama pêşiyê, sitûnên rex, rexderiyên tawan, neynik, izxareya pêşiyê û "lale"ya nîşaneya Stenbolê ya li ser "Wesayîta Tirkiyeyê" hatibûn weşandin.
Dîmenên nû yên Wesayîta Tirkiyeyê
Wesayîta Tirkiyeyê ya ku bimeraq li bendê ne ew ê di 27ê berfanbarê da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Gebzeyê bê nasandin. Li bendê ne ku xêncî wesayîta C-SUV a ji sedî 100 bi ceyranê dixebite agahiyên modelên sedan jî parve bikin.
Tirkiye bi kelecan benda Wesayîta nû ye