Abdullah Tel
23 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2021
Ekîbên tenduristiyê di çarçoveya têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da digel berf û seqemê diçin gundên li ser navçeyên Hîzan û Xelatê aşiya CoronaVacê li kal û pîran dixin.
Ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê çûn gundê Kirikkayayê ya 45 kîlometre ji navenda navçeya Xelatê dûr e û Seyfettîn Oruçê 90 salî û kurê wî Eşref Oruçê 65 salî aşî kirin.
Ji doxtoran Kemalettîn Guleçê di ekîba tenduristiyê da wezîfedar e got ku ew li gor lîsteya aşiya rojane hatiye pesendkirin diçin gundan.
Guleç got: "Em digel şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê dixebitin. Di vê heyamê da ewilî xebatkarên tenduristiyê hatin aşîkirin. Înşeallah li gor rêzê em ê hemû gelê xwe aşî bikin. Xebatkarên tenduristiyê ji bo siheta gel hene. Heke hewce bike em ê heta gund û gomên herî dûr herin û xwe bigihînin wan."
Eşref Oruçê hat aşîkirin jî got ku ekîbên tendurstiyê digel zor û zehmetiyên zivistanê li ser karê xwe ne û wiha pê da çû: "Ekîbên tenduristiyê bi taybetî jî di heyama şewbê da gelekê û bi fedakarî xebitîn. Em ji ber hewl û keda wan ji wan ra gelekî spas dikin."
Ekîbên Midûriyeta Tenduristiya Navçeya Hîzanê jî digel berf û seqemê çûn gundê Saribalê û 3 kesên ji 70 salî mezintir aşî kirin.