Mümin Altaş
15 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2021
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ji ber 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî têlefonî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der heqê axaftina ji ser têlefonê hat kirin da daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin Eliyev destnîşan kir ku hewla derbeyê ya FETOyê bi saya liberxwedan û hevgirtina gelê Tirk a bi pêşengiya Erdogan va hat berterefkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Eliyev got ku di rojên baş û xerab da têkîliya di navbera Tirkiye û Azerbeycanê da wê wek mînakeke herî baş dewam bike.
Serokomar Erdogan jî ji ber piştgiriyê ji Eliyev ra spas kir.