Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Oznur Çalik got: "Em ji ber zilm û komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin, ji her kesî, ji hemû elewiyan û ji welatiyên xwe yên ji Dêrsimê car din lêborînê dixwazin."
Çalik li Meletyeyê beşdarî bernameya eşûreyê ya ku ji aliyê Weqfa Hacı Bektaş Welî hat lidarxistin bû û li wir axivî. Çalikê di axaftina xwe de behsa bûyerên Dêrsimê jî kir.
Çalik wiha axivî: "Li Tirkiyeyê serokwezîrekî ku ji ber komkujiya Dêrsimê lêborînê dixwaze heye. Em ji ber zilm û komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin, ji her kesî, ji hemû elewiyan û ji welatiyên xwe yên ji Dêrsimê car din lêborînê dixwazin. Ji bo ku ev tişt car din çênebin divê em yekîtiya xwe û hevrebûna xwe biparêzin. Di Tirkiyeya berê de kesên dîndar re gotin "paşverû", ji kurdan re gotin "cudaxaz", ji elewiyan re gotin "komunîst". Niha divê em êdi li Tirkiyeyeke ku her kes bibêje welatê min e bi hev re bijîn."