GAZÎANTEP
Namzedê Serokomariyê û Serokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş wiha got: "Em ji qonaxeke girîng re derbas dibin. 9 roj bi şun de em ê hilbijartinekê bikin. Yan em ê bikevin ser rêya azadiyê û bimeşin, yan jî em ê zilamekî hilbijêrin û bikin bela serê xwe."
Demirtaş li Gazîentebê li otêlekê der barê hilbijartina serokomariyê de axivî.
Demirtaş di axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî hişmendiya dewletê ya ku gel û welêt teslim digire şer dikin û wiha got: "Li aliyekî 2 namzedên hişmendiya dewletê hene, li aliyê din jî namzedê gel heye û ber bi hilbijartinê ve diçe."
Demirtaş diyar kir ku bi hilbijartina serokomariyê Tirkiye derbasî qonaxeke nû bûye û wiha axivî: "Em ji qonaxeke girîng re derbas dibin. 9 roj bi şun de em ê hilbijartinek bikin. Yan em ê bikevin ser rêya azadiyê û bimeşin, yan jî em ê zilamekî hilbijêrin û bikin bela serê xwe. Mesele ne ew e ku kî dê bê meqema serokomariyê, mesele ew e ku ev ê bibe meqema şexsekî yan bibe meqema gel."
Demirtaş destnîşan kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku rayan bistîne, cihêtiyê dike navbera gelan û wiha peyivî: "Em ji hev nefret nekin. Em hevdu wek neyar nebînin."
Demirtaş di berdewamiyê de diyar kir ku em xeyalan nafiroşin û qala polîtîkayên rast dikin.