22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
DAVOS
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Em li dijî DAEŞê ne. Helwest û nêrînên ku 'Tirkiye rasterast an jî nerasterast tolere dike' li dijî me niheqî ye. Em li dijî hemû komên terorîst in."
Davutoglu li Otêla Rîxos Fluelayê beşdarî xwarina Şêwirmendê WEFê Cuneyd Zapsu ya ku bi alîkariya Ajansa Nasandin û Alîkariya Veberhênanê ya Tirkiyeyê û THYyê hat dayîn bû.
- "DAEŞ talûkeya herî mezin a li ber mirovahiyê ye"
Davutoglu diyar kir ku DAEŞ talûkeya herî mezin a li ber mirovahiyê ye û wiha got: "DAEŞ ji bo herêma me talûkeyeke mezin e, lê herî zêde talûkeyeke li dijî Îslamê ye. Lewra talûkeyeke îdeolojîk e û bandoreke neyînî li Îslamê dike."
- "Em li dijî hemû komên terorîst in"
Davotoglu diyar kir ku li Palmîraya Sûriyeyê êrîş tên kirin û wiha xeberda: "Li Sûriyeyê herêma Palmîrayê dereke wisa ye ku divê were parastin, lê wêran kirin. Em li dijî DAEŞê ne. Helwest û nêrînên ku 'Tirkiye rasterast an jî nerasterast tolere dike' li dijî me niheqî ye. Em li dijî hemû komên terorîst in."
Mehmet Şimşekê Alîkarê Serokwezîr, ji wezîrên berê û Parlementerê AK Partiyê yê Enqereyê Alî Babacan û Serokê Bankeya Navendî Erdem Başçi jî tevlî bernameyê bûn.