Davutoglu bi kurdî silav da solanê û pankarta ku bi kurdî "Hebûna te hebûna me ye xwend."
Serokwezîr Davutoglu got: "Em wek milet dikevin îmtihanên pir mezin. Em tenê dikarin di rêya Nebî sehabî û alimên ku rihê xwe, manewiyata xwe û nasnava xwe dane Diyarbekirê de herin û bi ser bikevin. Em tenê dikarin di rêya Selahaddînê Eyyûbî û Ertugrul Gazî bişopînin û ser bikevin."
Davutoglu got ku ew dixwaze bi diyarbekiriyan re hasbîhalê bike û wiha pê de çû: "Ta ku hemû herêmên me yên Rojhilat, Başûrrojhilat û hemû welatê me cardin Pêvajoya Çareseriyê tam fêm bike. Li dijî kesên ku dixwazin derbeyê li Pêvajoya Çareseriyê bixin, bisekinin û maskeyên wan bixin."
Davutoglu destnîşan kir wan Pêvajoya Çareseriyê wek projeyeke xwemalî û millî da destpêkirin û wê vê projeyê serkeftî bikin û wiha dewam kir: "Ev 30 sal in ku dayîkên vî welatî li Rojhilat û Rojava, li Bekur û Başûr ji bo ewladê xwe giriyan. Em biryardar in ku vê qederê biguherînin."
Ahmet davutoglu wiha dewam kir:
"Ji bo çareserkirina van meseleyan kî dil kir ku çareser bike, her tim astemgî derxistin. Bihara 1993yan bînin bîra xwe. Rihmetiyê Ozal ji bo agirbestê, ji bo çareseriyê hewl dabû. Wê demê rihmetiyê Eşref Bîtlîs şehîd kirin ku ew kesayetekî girîng bû. Pişt re 33 leşker şehîd kirin. Pişt re jî Ozal wefat kir. Rihmetiyê Necmettîn Erbakan Xoce jî ji bo çareseriyê hewl dabû, lê 28ê sibatê ketibû dewrê. Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan di 2005an de wexta hate Diyarbekirê, heyameke nû da destpêkirin. Ji wê rojê û pê ve kadroyên AK Partiyê dev ji Pêvajoya Çareseriyê bernedan. Piştî wê demê jî di 2006an de ji bo ku pêvjoyê asteng bikin, Mitîngên Komarê li dar xistin. Êrîş li Şûraya Dewletê hat kirin. Xwestin ku AK Partiyê ji îqtidarê bixin."
Davutoglu daxuaynd, Hikûmeta AK Partiyê dema ku Projeya Yekîtiya Millî û Biratiyê kir dewrê, çeteyên paralel ketin dewrê û di 2012an de defik ji Misteşarê MÎTê re danîn û wiha dewam kir: "Tenê ji bo pêvajoya çareseriyê xwestin ku hesab ji wî bipirsin. Em neketin defika wan û me di 2013an de Pêvajoya Çareseriyê pêşvetir bir. Di 2013an de peyam hatin dayîn, peyamên Newrozê hatin dayîn. Ez jî hatim Diyarbekirê. Wê demê tam heyameke nû wê dest pê bikira, provokasyonên Geziyê kirin. Xwestin ku bi van provokasyonan, pêvajoya çareseriyê bidin sekinandin."
Davutoglu wiha dewam kir: "Di dema Kongreya Derasayî ya AK Partiyê de ez xivîm, Birêz Serokomar jî axivî. Me got 'Pêvajoya Çareseriyê ji bo me meseleya hebûnê ye, em ê her tim xwedî li Pêvajoya çareseriyê derkevin'. Me soz da miletê xwe. Çi dibe bila bibe dê Pêvajoya Çareseriyê bigihêje aramanca xwe, mitleq xwîşk û biratiya payîdar a di nav dayikan de bê payîdarkirin. Ciwanên di kuçeyên Diyarbekirê de, ciwanên di kuçe û kolanên Cizîr û Wanê de, ciwanên li Edirne û Konyayê dê li serê çiyayan neyên hemberî hev, li ser sifreyên aştiyê bên bal hev. Em ê bi tu awayî wan neynin hemberî hevdu."
Davutoglu got ku wan piştî ku hikûmeta 62yemîn ava kir, karê wan ê ewil çêkirina çarçoveya Pêvajoya çareseriyê bû û wiha dewam kir: "Me çarçeveya pêvajoya çareseriyê çêkir ku atengî nekevê. Me lijne û komîsyon ava kirin. Me tam ji bo azadî û demokrasiyê dest bi xebatê kir, provokatoran bûyerên 6 - 7ê cotmehê yên Kobanê derxistin. Ev bûyer ji bo Kobanê derneketin."
Davutoglu got ku partiya wî OHAL, EMASYA, qedexeyên li ser mezrayan, qedexeyên li ser kurdî û propagandayên kurdî rakir û wiha pê de çû:
"Heke li cihekî êrîşî mizgeftekê kirin; hûnê li wê derê birayên me yên ku destên xwe dane hev du û piştgiriya hev du dikin bibînin. Ev biratiya me dê heta hetayê dewam bike, va ye em jî ji bo vê yekê dibêjin 'Pêvajoya Çareseriyê.' Pêvajoya Çareseriyê hewldaneke konjonkturel nîne. Pêvajoya Çareseriyê rêyeke ku ji bo qezenckirin an jî windakirina hilbijartinan hatibe vekirin nîne. Pêvajoya Çareseriyê ew pêvajo ye ku dîrok û qedera hevpar a welatiyan bi vê rêyê tê tesîskirin."
Davutoglu wiha axivî: "Em li hemberî Rojhilata Navîn a ku emperyalîst dixwazin ji hev du perçe bikin em yekîtî, em Rojhilata Navîn a yek perçe ya wehdetê dixwazin. Em dibêjin Rojhilata Navîn a Hezretî Îbrahîm, Rojhilata Navîn a Hezretî Eyyûb, Rojhilata Navîn a Siltan Ebdulhemîd. Va ye dê Rojhilata Navîn, Quds û Filistîn jî azad bibe. Gel dê bibin birayên hev du û bibin yek."
Davutoglu got: "Ez li vê derê cardin dibêjim, pêvajoya çareseriyê malê millet e, îstiqbala millet e, paşeroja millet e. Em bi hemû kesên ku bi pêvajoyê re eleqedar in re hevdîtinê dikin. Piştî ku bûyer rawestiyan û pêvajoyê dewam kir, îcar provokasyona Cîzreyê derket. Bû sedema birakujiyê. Me ji bo wan jî tevdîr hildan û em ê hildin jî. Lê bila bê zanîn ku her cizîriyek birayê me ye. Pêvajoya Çareseriyê malê hemû gel e, îstiqbala gel e, pêşeroja gel e. Em ê li Pêvajoya Çareseriyê ya ku îstiqbala hemû gel e xwedî derbikevin."
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Alîkarên Serokê Giştî Suleyman Soylu, Oznur Çalik û Parlemterên Diyarbekir û herêmê beşdarî kongreyê bûn.