Eroglu bi Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu re Walîtiya Tekîrdagê zîyaret kir.
Eroglu di serdanê de pirsên rojnamevanan bersivand. Eroglu li ser pirsa "Ji bo ku di paşerojê de pirsgirêk dernekeve, hûn tevdîra pêdiviya ava vexwarina Stenbolê digirin an na? diyar kir ku wê ji dawiya heftê pê ve, li herêman baranê bibare.
Eroglu wiha pê de çû: "Em ê Stenbolê bê av nehêlin. Her çiqas zuhabûn dewam bike jî, ji bo pêdiviya ava Stenbolê planên me yên alternatîf hene." Stenbol niha rojê 2 milyon û nîv metrekûp avê xerç dike. Stenbol beriya iqtidara me 30-40 sal bê av mabû. Me ji îstasyonên avê av dikirî. Stenbol îro 17 milyon e. Stenbol niha rojê 2 milyon û nîv metrekûp avê xerç dike, lê bê avî heye? Qet meraq nekin em ê avê bidin. Planên me yên A, B, C, hene. Me hin Şaredarî jî ji bê aviyê xelas kir."