21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê êrîşa terorê ya li Silopiyê da ku gundparêzek cangorî bû wiha got: "PKK dixwaze û hewl dide ku hemû kurd serî li ber vê rêxistina kujer deynin û loma jî bûyerên terorê dike. PKK çiqas ji bo vê hewl bide jî em ê ji bo ku kurdan ji zilma PKKyê rizgar bikin, têkoşîna xwe berdewam bikin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa terorê ya li Silopiya Şirnexê da ku gundparêzek dema bi malbata xwe ra danûsitandina eydê dikir hat cangorîkirin wiha got: "Li Silopiyê di êrîşa terorê da bireyekî me yê gundparêz cangorî bû, Xwedê rehma xwe lê bike û şîfayê bide gunparêzê birîndar. Ez vê êrîşa bêbext şermezar dikim. PKK dixwaze û hewl dide ku hemû kurd serî li ber vê rêxistina kujer deynin û loma jî bûyerên terorê dike. PKK çiqas ji bo vê hewl bide jî em ê ji bo ku kurdan ji zilma PKKyê rizgar bikin, têkoşîna xwe berdewam bikin."