Endamê Huda-Parê Fethî Yalçin (35) ê ku li Kanîreşa navçeya Bîngolê êrîşeke biçek hatibû kuştin, hat definkirin.
Cinazê Yalçin piştî otopsiyê ji Meletyeyê anîn Kanîreşê û nimêja wî hat kirin. Dema Yalçin di goristana taxa Kaleyê hat binaxkirin qîza wî ya 14 salî Sevîm Yalçinê got: "Bavo bedena te çima wisa sar e? Tu bi bêbextî hatî kuştin, sûcê te çi bû bavo?"
Qerîna qîza Yalçin tesîr li ser kesên ku beşdarî merasima cinaze bûbûn kir û dilê milet gelekî şewitî.
Serokê Bajêr ê Huda Parê Hamdullah Tasali di merasimê de got ku şehîdbûn nabe nesîbê her kesî û wiha axivî:
"Em hemû dê bibin Fethî, Cengiz, Yasîn, Riyad, Hasan û Huseyin. Em ê tu carê li Kurdistanê destûrê nedin komûnîzme. Ji bo ku zarokên misilmanan û Kurdistanê zirarê nebînin em heta niha bê deng man. Ev ne ji tirsa me ye. Heta niha kemalîstan zilm li me kir, niha jî ateîst zilmê li me dikin. Em teslîmî kemalîstan nebûn û em ê teslîmê apocuyan jî nebin. Bila her kes vê wisa bizanibe."
Duh li taxa Kaleyê êrîşî Yalçin kiribûn û ew bi awayekî giran birîndar bûbû. Yalçinê ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê li wir miribû.