Hat ragihandin kujerê gundparêzê demkî Abdulbarî Gul ê ku li Wanê di encama êrîşa çekdarî de mir, endamê rêxistina terorê S.C. ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku ji bo dîtina berşikê kujerê Gul ê di emrê Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Diyadînê, hêzên ewlekariyê dest bi xebateke berfireh kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di encama lêkolîna dîmenên kamerayên kargehan û yên MOBESEyê de hat tespîtkirin ku êrîş ji aliyê mensûbê rêxistina terorê yê bi navê S.C. ve pêk hatiye. Di encama lêkolîna qeydan de hat fêmkirin ku mensûbê rêxistinê yê navborî di çalakiyên ku bi hinceta Kobaniyê di 6-7ê Cotmeha 2014an de li Erdîşê pêk hatin de cih girtiye, kesê navborî ji ber van sûcan di 5ê Sermawêza 2014an de ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û di 6ê Rêbendana 2015an de dîsa hatiye tehlîyekirin û di der heqê wî de biryara kontrola edlî heye.
Digel tehqîqata edlî xebatên girtina mensûbê rêxistinê yê şikber didomin."