SÎÎRT
Alîkarê Serokê Şaredariya Sîîrtê Feremez Kaya ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re name nivîsand. Kaya di nameya xwe de ji Serokwezîr daxwaz dike ku bila guherînên zagonî bike ku bavê wî yê 76 salî vegere. Bavê Feremez Kaya ji ber ku 7 sal û 6 meh ceza dixwe, direve Iraqê.
Alîkarê Serokê Şaredariyê Feremez Kaya daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di sala 2008an de piştî ku Partiya Civaka Demokratîk (DTP) tê girtin daxuyaniya çapemeniyê tê dayîn û bavê wî jî beşdarî vê daxuyaniyê dibe. Ji ber vê jî der barê bavê wî de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" doz tê vekirin û 7 sal û 6 meh ceza dixwe. Bavê wî Abdulhelîm Kaya reviyaye Iraqê û 4 sal e li wir wek sirgûn dijî.
Kaya diyar kir ku divê ji bo mirovên ku li sirgûniyê ne guherînên zagonî bên kirin û wiha got: "Serokwezîr Şivan Perwerê ku 37 sal e li sirgûniyê ye anî Diyarbekirê. Ev ji bo sirgûniyan geşedaneke girîng e. Lê divê ev tenê ji bo Şivan Perwer nebe. Bi hezaran mirov sirgûn in. Ji bo vê jî divê guherînên makezagonî bên kirin. Di serî de Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Edaletê divê di vî warî de guherandinan bikin da ku yên sirgûn vegerin."
Kaya nameya xwe ya ku nivîsandibû li Şaxa PTTyê ya Sîîrtê ji Serokwezîr Erdogan re şand.