Fadil Cengîz ê ku kûrê wî Mansûr Cengîz esker bû û di êrîşa terorî ya bi wesayîta tijî teqemenî ve li Dogubeyazita navçeya Agiriyê birin ser qereqolê de şehît ket, bertek nîşanî PKKa rêxistina terorê da.
Bavê şehîd Cengîz ê ku mala wan li Dûrankayaya gundê Şîrvan a navçeya Sêrtê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku kûrê wî yê şehîd Mansûr û Hakan Cebeciyê şehîd ê ku ji Adiyamanê bû plana xayîn a rêxistina terorê ku tanka avê ya li pey motorê tijî teqemenî kiribûn, xerakirin.
Fadil Cengîz bûyera ku qewimî bi bîr xist û got heke kûrê wî û hevalê wî nebûna wê 40 eskerên di qereqolê de şehîd bibûna.
- "Min ji berê de hîs kir ku wê bibe şehîd"
Cengîz destnîşan kir ku beriya êrîşê ji ber çalakiyên rêxistina terorê PKKê ew di nav qisawetê de bû û wiha dewam kir: "Şeva ku êrîş bû li malê ez û hevalan rûniştibûn û min ji wan re got ez ditirsim ku wê tiştek bibe, Wan jî ji min re gotin metirse bi tenê ne kûrê te gelek kesên ku esker in hene û bi îzna Xwedê tişt nabe. Lê dotira rojê ew xeber ji me re hat. Xwedê ji herkesî razî be ku li şehîde me xwedî derketin."
- "Em kurdin û ji bo vî welatî canê xwe didin"
Fadil Cengîz ragihand ku êşa wan mezin e û nayê terîfkirin û wiha pê de çû: "Canê me çû bi tenê teseliya me ewe ku kûrê me şehîd e. Hemd ji Xwedê re em jî misilmanin û dizanin ku şehîdî çiye û ji ber vê jî em kêfxweş in. Ez dixwazim ji rêxistina terorê re vê bibêjim. Ev teqez ne doza kurdîtiyê ye. Ez kurdekî bavê şehîdekî me, diya min û bavê min jî kurd in. Diya min bi yek peyveke tirkî nizane. Em kurdin û ji bo vî welatî canê xwe didin."