Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Dadê û Jinê ya Navneteweyî ya 1emîn a KADEMê bû û li wir axivî.
Erdogan roja mamosteyan pîroz kir û wiha got: "Ez car din bi wesîleya vê rojê li ser navê xwe, welatê xwe û gelê xwe yê ezîz sipasiya hemû mamosteyan dikim."
Serokwezîr Erdogan behsa Sûriyeyê kir û wiha got: "Binêrin niha li Sûriyeyê 300 hezaran zêdetir mirov hatin kuştin. Lê hê jî ji dinyayê deng dernakeve. Ez bi wan re her tim hevdîtinan dikim, lê hemû gotinên min wek gotin dimînin. Di vê mijarê de qet xesas nînin. Tenê di mijarek de xesas in, ew jî mijara neftê ye."
Erdogan got ku li Misirê jî gelek kes di rojekî de hatin kuştin û wiha axivî:
"Di dîroka nêzîk a siyasî de tu welatek tune ku dîtibe di rojekî de 3 hezar mirov hatin kuştin. Lê Misirê ev çêbû. Di rojekî de evqas mirov hatin kuştin. Bi rayên xwe ve mirovekî bibû desthilat têk birin. Welatên ku digotin 'em demokrat in' dengê xwe derxistin? Tevgereke wan a erênî çêbû? Gotin ma tu çi dikî? Hûn lê dinêhêrin hê jî piştgiriyê didin û meşrû dibînin. Hûn meşrû bibînin jî em ê nebînin."
"Hin kes hiqûq û qanûnê tevlihev dikin"
Erdogan got ku hin kes hiqûq û qanûnê tevlihev dikin û wiha axivî: "Qilêriya der û dor, îxlalkirina demokrasî û mafên mirovan bi edaletê tê çareserkirin. Feqîrî, bê karî, şer û pevçûn hemû bi edaletê ve dawî dibe. Edalet, hiqûq, qanûn û wekhevî tiştên cuda ne. Hin kes hiqûq û qanûnê tevlihev dikin. Ez hiqûqê digerim, hiqûqê. Qanûn ji bo min girîng nîne. Ez mafê xwe digerim. Ez rêvebirên biedalet, dadgerên biedalet digerim. Heke ev hebin li wî welatî aramî çêdibe. Tu bibî serokomar jî, serokwezîr jî, serokê meclisê jî heke dadgerên adil tunebin rewşa we nebaş dibe. Ez bi eşkere vê dibêjim."
Serokwezîr Erdogan behsa wekheviya jin û mêran jî kir û got ku wekheviya rastîn wekheviya li ber edaletê ye û wiha axivî:
"Hûn nikarin jin û mêran wekhev bikin. Ew dijî afirandinê ye. Lewra afirandina wan cuda ye, fitrata wan cuda ye. Mesela di kar de jineke ducanî û mêrekî hûn nikarin wek heman şert û mercan de bidin xebatê. Hûn nikarin dayikekî mesela ya ku zaroka xwe dimêjîne û zilamekî wezîfeyên wî yên wiha tune ne ve wekhev bikin. Hûn nikarin jinan wek rejimên komunîst yên berê di karên ku mêr dikin de bidin xebatê. Hûn nikarin bivir û bêr bidin destê wan û bidin xebatê. Tiştekî wiha nabe. Ev ne li gor bedena wan a narîn e."