Ezmûn di saet 9 û nîvê de dest pê kir û 75 deqîqe kişand. Di ezmûnê de 40 pirs der heqê Agahiyên Beşê, 10 pirs jî der heqê Perwerdeya Beşê de hat pirsîn.
Ezmûn li Adana, Ankara, Antalya, Bursa, Diyarbakir, Erzurum, Eskîşehir, Gazîantep, Îstanbul, Îzmir, Kayseri, Konya, Malatya, Samsun, Sîvas, Trabzon û Vanê hat kirin.
Ezmûn di beşên tirkî, matematîka xwendingeha seretayî, zanistên fenê/fen û teknolojî, zanistên sosyal, ziman û wêjeya tirkî, dîrok, cografya, matematîk (lîse), fîzîk, kîmya, biyolojî, zanistên çanda dîn û exlaq, almanî, îngilizî, mamostetiya rêbertiyê û mamostetiya polê de hat kirin.