BÛRSA
Galatasaray û Bûrsapor di nîvefînala Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê de hatin hemberî hev. Galatasaray reqîbê xwe 5 û 2 têk bir û bû fînalîstê ewil.
Di pêşbirkê de gola ewil Şamîl Çînaz di deqîqeya 29emîn de avêt û Bûrsaspor 1 û 0 bi pêş ket.
Çar deqîqe piştî vê golê ji Bûrsaporê Fernandao bi lêdaneke xweş gola tîma xwe ya duyemîn avêt û Bûrsapor 2 û 0 bi pêş ket.
Di deqîqeya 45+1an a dawiya nîva ewil de fitbolîstê Galatasarayê Bûrak Yilmaz ji penaltiyê gol avêt û skor bû 2 û 1 û nîva ewil bi vê skorê bi dawî bû.
Galatasaray di nîva duyemîn fersend neda reqîbê xwe û di deqîqeya 50yemîn de bi gola Selçûk Înan ve skor kir 2 û 2. Bûrak Yilmaz sê deqîqe piştî vê gola tîma xwe ya sêyemîn avêt û Galtasaray li hemberî Bûrsasporê 3 û 2 li pêş ket.
Di deqîqeya 68emîn de bi pasa Sabrî Sarioglû ve Bûrak Yilmaz gola xwe ya sêyemîn avêt û Galatasarayê jî skor kir 4 û 2 û deqîqe piştî vê hakem dîsa penaltî da Galatasarayê û Melo gola dawîn a pêşbirkê avêt.
Galatasaray li hemberî Bûrsasporê 5 û 2 bi ser ket û bû fînalîstê ewil ê Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê.
Galatasarayê heta niha 14 caran Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê qezenc kiriye û tîma sor û zer dixwaze ku vê hejmarê derxe 15an.