ARDAHAN
Li Erdexanê îsal jî wek salên din "firîna mirinê" ya piloyan li heman ciyî pêk hat.
Gelek piloyên ku li rasta di navbera Parka Abdullah Gul û Pireya Erdexanê li rexê Çemê Kurayê dijîn li dora lambeya parkê civiyan û dest bi firînê kirin.
Piloyên ku li rastê cara dawî firîn demekê şûnda danîn erdê û li ser vê erd çîl û sipî bû. Welatiyên ku ji rastê ra derbas dibûn di tengasiyê da man.
Ev bûyer wek hêkkirina piloyan tê zanîn, pilo pêşiyê diçin dora hevdu û paşê jî difirin. Piştî ku pilo hêk dikin difirin û paşê jî hişk dibin.
Ji welatiyan Tuncer Felen diyar kir ku ji bo dîmenan bikişîne hatiye wê derê û wiha axivî: "Di çend demên salê da ev bûyera diqewime. Par, pêrar, betirpêrar dîsa qewimî. Bi vî awayî dicivin, difirin û hişk dibin. Meriv şaş û metel dimîne. Evqas pilo di carekê da dimrin meriv di tesîrê da dimîne."
Felen destnîşan kir ku firîna mirinê ya piloyan çend rojan li ser hev dewam dike.