Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Qesra Serokomariyê de zarokên ku beşdarî Şahiya Zarokan a 23yê Nîsanê ya Navneteweyî ya TRTyê bûn, qebûl kir.
Serokomar Erdogan piştî rapêşiyan xitabî zarokan kir û got "Mêvanên me yên hêja yên ku ji derveyî welêt hatin, ji bo ku hûn bûn mêvanê me, we kêfxweşiya me ya 23yê nîsanê parve kir ez spasiya we hemûyan dikim."
Serokomar Erdogan got ne fikar lê bişirîn li rûyê zarokan tê û wiha axivî: "Ew dilên biçûk divê ne bi êşê divê bi hezkirinê tijî bibin. Em naxwazin ku di çavê zarokan de tirsê bibînin, em dixwazin ku di çavê wan de hêviyê bibînin. Mixabin her ku diçe ji çavên zarokan hêstirên nû dibarin, di dilê wan de birînên nû vedibin."
Serokomar Erdogan wekî "Gidîno qêmîşê zarokan nekin" bangî hemû cîhanê kir û ji zarokan xwest ku vê hevokê dubare bikin. Serokomar Erdogan xitabî zarokan kir û got "Ez ji we dixwazim ku dema hûn vegeriyan welatê xwe van peyamên min ragihînin malbat, mamoste û birêvebirin xwe. Ji bîr nekin ku hûn dahatuya cîhanê ne. Ez ji we ewle me û ji we bawer im."
- Erdogan strana "Mavî Bulut" diyarî zarokan kir
Di bernameyê de cara ewil strana "Mavî Bulut" a ku li ser daxwaza Erdogan ji bo zarokên cîhanê wek diyarî hat amadekirin, hat lêxistin.
Serokomar Erdogan piştî axaftina xwe bi xanima xwe Emîne Erdogan û zarokan re li ser dikê stran got.
Zarokên ku ji Bosna-Hersek, Kolombiya, Bangladeş û Filistînê hatin di bernameyê de govend girtin. Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek û xanima wî Gulten Çîçek, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslam û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci jî beşdarî bernameyê bûn.