Çalakiya rûniştinê ya malbatên navborî li Meydana Derê Çiyê didome. Greva birçîbûnê ya malbatan jî bi dawî bû.
Ji dayikên ku beşdarî greva birçîbûnê bûn Zahîde Bedîr û Bedîe Ulutaş rakirin nexweşxaneyeke taybet. Hat ragihandin rêjeya ava laşê dayikên ku rakirin nexweşxaneyê kêm bû.
Dayik di konên ku bi xwe vegirtine de didomînin.
Serok û endamên KJDyê malbat ziyaretkirin.
Heyeteke di bin serokatiya Seroka Komeleya Jin û Demokrasiyê (KJD) Sare Aydin Yilmazê de li Derê Çiyê malbatên ku çalakiyê dikin, ziyaret kir.
Endamên komeleyê bi jinan re sohbetkirin û guhdariya derd û kulên wan kirin. Yilmazê got: "Dayikên ku li vir ji bo zarokên xwe berxwedana sivîl dan destpêkirin û careke din jî dan nîşan ku ew li cem aştî û aramiyê ne."