ANKARA
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo çalakiya kûrewî ya ku dê di 1ê mijdarê de ji bo Kobanêyê li dar bixe banga piştgiriyê kir.
Partiyê di daxuyaniya weşand de ragihand ku kesên Xelata Aştiyê ya Nobelê hildan jî di nav de ji bo piştgiriya çalakiya Kobanêyê bangî gelek rewşenbîr û ronakbîran kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji çar aliyê dinyayê bi saya çalakiyê dê silav û piştgiriyê bidin vê berxwedana gelê Kobanêyê". Hat xwestin ku bila Tirkiye jî ji çalakiyê re xwedî derkeve.
Bi hevoka "Em careke din bangî wî gelê me yên ku ji destpêkê de piştgiriyê didin berxwedana Kobanêyê dikin. Di 1ê mijdarê de bila derkevin kolanê û piştgiriyê bidin vê çalakiya kûrewî."
Hat diyarkirin ku HDP di serî de DBP, HDK û DTK jî piştgiriyê didin çalakiya kûrewî ya ku dê ji bo Kobanêyê bê kirin.