17 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Endamê Lijneya Birêvebirinê ya Hereketa AZADÎ Yavuz Delal piştgirî da banga hunermend Ciwan Haco ya ku gotibû pirsgirêka kurd bi şer û kuştinan çareser nabe û bila HDPya ku 59 parlementerên xwe şand meclisê li wê derê li rêyên çareseriyê bigere.
Delal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku HDPê hemû bernameya xwe li gor bikeve meclisê amade kir û wiha pê de çû: "Hilbijêran bi taybetî jî hilbijêrên kurd ji bo ku Pêvajoya Çareseriyê bibe serî ray da HDPê ewilî 80 parlementer da û paşê jî tevlî buhrana ewlehiyê dîsa 59 parlementerên wê şand meclisê."
Delal ragihand ku hilbijêrên kurd dixwazin pirsgirêk bi rêyên siyasî bên çareserkirin û wiha dewam kir: "Pêvajoya niha ya ku HDP birêve dibe hilbijêrên wê şaş û metel dihêle. HDP digel îradeya hilbijêrên xwe nikare siyasetê birêve bibe. Siyaseteke wiha helbet di wicdana gel de dibe sedema pirsgirêka meşrûiyetê. Banga Ciwan Haco wicdana meşrû û merûf diyar dike. Ez wisa hêvî dikim ku banga Ciwan Haco ji bo hin hunermendên ku xwe ker û lal kirine jî bibe mînak."
Delal got ku heke HDP li ser mîsyona çareseriyê nesekine wê demê dibe ku ji gel veqete û bibe maşika destê hêzên ku xêra gel naxwazin.
- Çek bikaranîn, neçareseriyê kûr dike"
Mesût Tekê sekreteriya giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku di sala 1974an de hatibû damezrandin û der heqê wî de gelek doz hatibûn vekirin piştî 36 salan vegeriya Tirkiyeyê jî ragihand ku ew jî piştgiriyê dide banga Ciwan Haco.
Tek destnîşan kir ewî jî heta îro bi dehan carî got ku çareseriya meseleyên diqewimin bi çareseriya eskerî ne mimkun e û wiha pê de çû: "Pirsgirêk ne bi çekê divê bi guftûgoyê bê çareserkirin. Di vê mijarê de him bangî PKKê û him jî bangî dewletê hat kirin, daxuyaniyên hevpar hatin dayîn û kampanya hatin birêvebirin. Helbet gelek karên ku HDP wê di meclisê de bike hene. Lê tiştên ku bê kirin bi tenê meriv bide ser pişta HDPê ne rast e, divê partiyên din jî bi taybetî partiya desthilatdariyê jî xwe bide ber çareseriyê."