HDPyê bi hinceta ku "aborî baş nayê birêvebirin" der barê Arîkarê Serokwezîr Alî Babacan de Pêşnûmaya Ravepirsê da.
Ravepirs bi îmzeya Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken û Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ve dan Serokatiya TBMMyê. Di ravepirsê de hat xwestin ku "Ji ber zêdebûna kûra dolarê, mudaxaleya li ser Bankaya Navend, ji ber bêîstiqrariya siyasî xetereya li ser aboriyê der barê Alî Babacanê Arîkarê Serokwezîr ê ku di mijarên aboriyê de berpirsyarê giştî yê kordînasyonê de Ravepirs bê vekirin."
Di hinceta giştî de wiha hat gotin: "Ji ber şerê faîzê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a bi Bankaya Navend re, bêbasîretiya hikûmetê, bêdengiya wê û ji ber ku hikûmet bergiriyên baş nagire dolar gelek zêde bû û niha rekorê dişkîne. Bankaya Navend biryar da ku rojane dovîzê zêde bike lê ev yek jî li hember zêdebûna dolarê kêrî tiştekî nehat. Dolar bi asta 2,55an derket zîrveyê. Navendê 60 milyon dolarî derxist piyasayê lê bereksê ku tê payîn vê yekê jî nekarî ku zêdebûna dolarê kêm bike û dolar şûna ku bikeve derket 2,62yan. Bîlançoyên şirketan zirar dîtin, pozîsyona vekirî ya sektora reel 180 milyon dolar e. Vir de zêdebûna ji sedî 10ê kûrê beranberî 18 milyon dolarê dê Lîreya Tirkan hebe. Ev jî bi awayekî giştî dê wek 35-40 milyar lîre zirar bandorê bîlançoyan bike. Ji ber ku îxracatkeran malê navberî îthal kirin piyasayê jî zirar dît. Bankaya Navend par faîzan zêde kiribû û bi vî awayî beriya zêdebûna dolarê girtibû û nehiştibû ku qeyraneke develuasyonê çêbe. Lê di rojên beriya me de qeyranên nû dixuyên.
Bi hinceta ku "Aborî baş nayê birêvebirin" hat xwestin ku der barê Babacan de ravepirs bê vekirin.