Yıldız Nevin Kasım
08 Hezîran 2024•Rojanekirin: 10 Hezîran 2024
Pisporê Meteorolojiyê yê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Abdullah Macît destnîşan kir ku hefteya bê wê baran kêm bibe û gorî şert û mercên demsalê germahî jî zêde bibe.
Pisporê Meteorolojiyê Abdullah Macît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê texmînên hewayê da axivî.
Abdullah Macît diyar kir ji sibê pê va wê baran kêm bibe û wiha got, "Hefteya pêş me li herêmên li rojhilatê baran heye, lê li herêmên li rojavayê welêt baran tuneye. Em texmîn dikin ku li rojhilatê Herêma Rojhilatê û rojhilatê Herêma Behra Reş baran bibare."