27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
ANKARA
Balafira eskeriyê ji bo heciyên Tirk ên ku li Mekkeyê dema farîzaya hecê bicih dianiyan nexweş ketin û yên ku li vir birîndar bûn bîne; ji Enqerê bi rê ket.
Balafira eskerî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ji bo 25 birîndarên li Mekkeyê bîne, çû Erebistana Siûdî.
Wezareta Karûbarên Diyanetê, Wezareta Tendûristiyê û Serokatiya Sererkaniyê di koordînasyona AFADÊ de; ji bo heciyên Tirk ên li Mekkeyê di qezaya vînçê û îzdihama li Mînayê de birîndar bûn bînin Tirkiyê, dest bi xebatan kirin.
Balafira Hêzên Çekdar ên Tirkiyê a C-130yî ya tîpa Herkulê, ji bo neqilkirina birîndaran bi firê ket. Balafira ku ji balafirgeha eskerî ya li Etîmesgûtê bi firê ket ew ê here Erebistana Siûdî.
Tê çaverêkirin ku, balafir danê sibê birîndaran bigihîne Tirkiyê.