ADIYAMAN
Li Sîncîka navçeya Adiyamanê ya ku 70 kîlometro dûrî bajêr e, 11 hezar û 398 hilbijêrên qeydkirî hene, ji vana 10 hezar û 95 kesan deng da. Di hilbijartinê de 81 deng hatin betalkirin û di hilbijartinê de AK Partiyê 9 hezar û 84, HDPyê 513, MHPyê 107, Partiya Seadetê 104, CHPyê 100 deng sitandin.
Di rêza navçeyan de herî zêde dengî bi ji sedî 90,77an ji Sîncîkê ji AK Partiyê re derket. Sîncîkê rekora Tirkiyeyê bi dest xist. Piştî Sîncîkê navçeyên ku herî zêde deng dan AK Partiyê, Guneysuya navçeya Rîzeyê û Kaleya navçeya Meletiyê ye.
Serokê Navçeya Sîncîkê yê AK Partiyê Şevket Oksuz daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku gelê Sîncîkê peywira ku ket ser milê wan bi cî anîn.
- Serokomar Erdogan ziyaret kiribû
Navçeya Sîncîkê di hilbijartina Serokomariyê ya di 10ê tebaxa 2014an de ji sedî 95,72 deng dabû Recep Tayyîp Erdogan û wî gelekî kêfxweş kiribû. Erdogan jî di 22yê gulanê de Sîncîkê ziyaret kiribû.