ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç çû serdana Weqfa Prof. Dr. Necmettîn Erbekan. Arinç bi Serokê Weqfê Fatih Erbakan û endamên lijneya rêveberiyê re axivî û pirsên rojnamevanan bersivandin. Rojnamevanekî daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên li Samsûn û li Ordûyê bi bîr xist û der barê operasyonên li Stenbolê de ji Arinç pirs kir. Arinç diyar kir ku ev meseleyeke wisa ye ku hewce nake em tim li ser biaxivin.
Arinç destnîşan kir ku di siyaseta Tirkiyeyê de siyasetmedar tim bi tiştên wiha tên sûcdarkirin û wiha got: "Siyasetmedar û nasên wan, dixwazî bila serokwezîr, wezîr, parlamenter an jî serokê bajêr be tim bi tiştên wiha tên sûcdarkirin. Di dîroka me ya nêz an jî dûr de tim wiha bûye. Ji van tiştan hin rast derketine û hin jî derew derketine. Ji ber vê jî ji niha ve ne rast e ku her kes wekî sûcdar were qebûlkirin. Ev tiştekî qirêj e. Serê me bilind e, hesabê kê hebe dê hesabê xwe bide."