18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
ISTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, "Ma em niha derdê terorê nakişînin? Belê em dikişînin. Binerin hewqas mirov dimirin. Lê em jî wiha nasekinin. Heta dawiyê emê di operasyonan da berdewam bin. Çima? Ji bo avakirina yekîtî û aramiyê, emê berdewam bin."
Serokomar Erdogan li Hola Werzişê ya Sinan Erdem bi amadekariya Seroktiya Karûbarê Diyanetê, beşdarî 'Bernameya Jidayikbûna Pîrozî' bû bi seremijara "Hezretî Pêxember, Tewhîd û Wehdet" gotarek pêşkêş kir.
Erdogan anî ziman ku îsal mijara Hefteya Jidayikbûna Pîrozî weke tewhîd û wehdetê hatiye destnîşankirin û wiha axivî, "Tewhîd wate tenêtiya aferîner e. Her wek ku di sûretê îxlasê quranê da derbas dibe, 'Bêje ew Ellah yek e, bê kêmasî ye. Ne welidiye û ne hatiye welidîn. Ti tişt hemkûfê wî nîn e, yek e'. Wehdet wate yekbûna mexlûqan e."
Erdogan herwiha got, "Tê bîra min, mi ji bavê xwe yî rehmetî pirsîbû; 'Bavo, gelo em laz in, yan em tirk in?' Bavê min got, 'Kurê min bapîrê minî mezin mela bû, min jî ev tişt ji wî pirsîbû, wî wiha bersiv dabû; "Lawê min, emê sibê bimirin û derkevin hizûra Xwedê, wê ji me bê pirsîn, men Rebbuke (Xwedayê te kî ye), we men nebiyyûke (pêxemberê te kî ye), we ma dînûke (dînê te çi ye). Lê wê neyê pirsîn bê ka 'we ma qewmûke' (ti çi qewmekî). Heger ji te hate pirsîn bêje Hemd ji Xwedê ra ez misilman im û hew."
Serokomar bal kişand ser wê yekê ku nuha rûbirûyê 3 talûkeyan in û wiha got, "Ya yekê mezhebgerayetî, ya duyê nijadperestî ya sêyan jî belaya terorê ye. Em her dibêjin; em ne sunne ne ne jî şîe, em dînekî wiha nas nakin, dînê me yek e, dînê îslamê ye. Emê di jêr banê Îslamê da bicivin. Divê em her yek bin. Ya duyê nijadperestî. Xwedê di sûreyê Hucûratê quranê da diferme. Tu ji kîjan nijadî bî, ji kîjan qewmî bî, çi tirk, çi kurd, çi laz, çi çerkez, gurcî, çi ebxaz, çi boşnakî, çi roman tu her çi bî bibe, take tişta ku me pêk tîne îslam e. Em misilmanan di vê xalê da emê pêkwerin. Heger vê pêkneynin wê fitna terorê bibe bela serê me. Ma em niha derdê terorê nakişînin? Belê em dikişînin. Binerin hewqas mirov dimirin. Lê em jî wiha nasekinin. Heta dawiyê emê di operasyonan da berdewam bin. Çima? Ji bo avakirina yekîtî û aramiyê, emê berdewam bin."