18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Kamûran Yuksekê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de li Şirnexê hat binçavkirin serbest hat berdan.
Miameleyên Yuksekê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Batmanê ve tê kirin de ji aliyê Ekîbên Midûriya ewlehiyê ve li Îdila navçeya Şirnexê hat binçavkirin ên li ewlehiyê hatin temamkirin.
Yuksek piştî miameleyên wî sewqî dadgehê kirin û piştî ku îfadeya wî hat sitandin Yuksek serbest hat berdan.
Hat ragihandin ku ji ber axaftina Yuksek a li Batmanê ya di çalakiyekî de der heqê wî de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn dane destpêkirin.