ANKARA
HDPyê diyar kir ku di çapemeniya civakî de hin nîşanên wekî logoya saziyî ya ku Demirtaşê di kampanyaya hilbijartinê ya serokomariyê de bi kar bîne tên nîşandan, lê belê ev agahî rast nînin.
Li Navenda Çapemeniyê ya HDPyê daxuyanî hat dayin û hat gotin ku hin nîşaneyên ku di çapemeniya civakî de hatin parvekirin wekî logoya saziyî ya ku Demirtaşê di kampanyaya hilbijartinê ya serokomariyê de bi kar bîne tên nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji dîmenan yek jî logoya saziyî ya kampanyayê nîne, der barê kampanyaya hilbijartinê ya serokomariyê de di pêşerojê de agahî dê bê dayin.