ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Lijneya Weziran daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivand.
Arinç li ser pirsa "HDPyê serî li Wezareta Dadê da ku herin Îmraliyê, lê hefteyeke hê jî bersîv nehat. Di vê heftê de wê bersîvek bê dayîn an na?" wiha axivî: "hevalno bûye 7 roj an 15 roj qey hûn hesabê vê dikin. Bi rastî ez hesab nakim. Heke ev pirs bê pirsîn, divê hûn Wezîrê me yê Dadê bipirsin. Lewra ew baştir zane ku kê û kingê here."
Arinç, der barê pirsa "pêvajo dewam dike an na" de jî wiha got: "Pêvajoya çareseriyê hê dewam dike, em hê li ser maseyê ne û ranebûn. Ji xwe min bi rehetî gotibû ku ev ê heta astekî wiha dewam bike. HDP wê çi bike, wê li ku bisekine, wê çi temsîl bike? Pêvajoya çareseriyê bi rastî dixwaze an naxwaze?"
Arinç bangî HDPyê kir û wiha axivî:
"Tişta bi tenê ez dostên xwe yên HDPyî re bibêjim ev e; hûn di navbera Ocalan û Qendîlê de nemînin. Hûn partiyeke siyasî ne, azad bin. Biryara xwe bi xwe bidin. Rola xwe ya li vir bi wêrekî bikin. Di nav we de kesên ku bi dilsozî pêvajoyê dixwazin, yên ku berê gelek zehemetî kişandine, gelek bedelên bi êş dane, yên ku gelek biqîmet hene. Ez dikarim navên wan jî bidim, her kes jî dizane. Ji kerema xwe bila ew mudaxilê vê pêvaoyê bibin, ez bawerim ku ew bi dilsozî piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
Li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê îdiayên ku dibêjin ji yek serokên PKKê Fehman Huseyîn ê bi navê kod "Bahoz Erdal" ji hêla DÎŞIyê ve hatiye kuştin de jî wiha got: "Niha çavkaniyên me vê agahiyê teyid nakin. Xwezî agahiyek bihata û min jî ji we re tiştek bigota. Lê mixabin agahî negîhîşte me, lê tê lêkolînkirin."