ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu got "(Di bin navê şewba berazan) de pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê hebin jî, jimara nexweşên ku teşhîsa vîrusa H1N1ê li wan kirin û mirin îro gihaşt 33 kesî."
Wezîr Muezzînoglu beşdarî Maseya Edîtoran a AAyê bû û der barê nexweşiya zekemê ya welêt de agahî da.
Muezzînoglu got ku 300î zêdetir vîrusên zekemê hene û bi nexweşiyê ve diguhere û dibe tiştekî din.
Muezzînoglu wiha axivî: "Nexweşiya zekemê di dawiya meha cotmehê û serê mijdarê dest pê dike, di meha nîsanê de jî her diçe zêde dibe. Di sala 2013 û 2014an de nexweşiya zekemê li gor îsal du qat zêde bû. Di mijdar û çileya pêşîn a 2013an de û di çileya paşîn, sibat û adara 2014an de sê caran ev nexweşî pir zêde bû."
Wezîr Muezzînoglu got ku ev nexweşî ji bo hin kesan zehmettir e û wiha dewam kir: "Kesên ku nexweşiya pişikê bi wan re heye an di gurçik û kezeba wan de nexweşî heye, bi taybetî jî mirovên ku temenê wan 65 salî mezintir in de ev nexweşî girantir dibe. Di hefta dawîn de di nav deh rojan de hin nexweş ji ber vê nexweşiyê mirin."
Muezzînoglu got ku divê welatî der barê vê nexweşiyê de bibin xwedî agahî û tevdîrên xwe hildin.