Karkerên li gundê Kestanepinariyê dixebitin, hesreta mala xwe bikşînin jî ji bo debara xwe û an jî ji bo xerclixa dibistanê di bin germê de dixebitin.
Halîl Demîrê ku ji Nusaybîna Mêrdînê hatiye Sakaryayê ku bixebite ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku ew û 5 malbat bi hev re hatine xebatê û wiha got: "
"Me xwest ku em 3 mehan bixebitin ku ji bo dibistanê xerclixa xwe qezenc bikin. Xwarin û vexwarin ji kîsê me ye, me xwest ku em alîkariya malbata xwe bikin û ji bo wê hatin. Di nav xebatkaran de 2- 3 kesên ku zanîngehê dixwînin, yên ku nû qeyda xwe çêkirine, yên ku ji bo zanîngehê dixebitin jî henin. Zor e helbet, lewra em ji hezar û du hezar kîlomêtro rê tên li vir û saet 07.00an heta 19.00an dixebitin. Tu kes nikare evqasî bixebite. Di înşaetan de jî xebateke wiha tune. Li vir baraneke gur heye, zarok di bin baranê de şil dibin û paşê jî nexweş dikevin. Lê em çi bikin, em jî ji bo ku alîkariya malbata xwe bikin hatin xebatê."