28 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê esnaf ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê mecbûr man û demeke dirêj kargehên xwe girtin. Piştî ku operasyon bi serkeftî kuta bû, esnafan kargehên xwe vekirin û ji bo ku alvêr bibe ji welatiyan ra banga "piştevani"yê kir
Navçeya Sûrê piştî operasyona ku 103 rojan dewam kir, ji terorîstan hat safîkirin. Esnafên Sûrê kargehên xwe vekirin û li benda kiryaran e.
Esnaf ji ber ku 3 mehan zêdetir e alvêr nekirine, sermaye di destê wan da nemaye. Lê digel terorê têkoşînê didin ku li ser piya bisekinin û ji welatiyan jî destekê dixwaze.
Şahîp Tavukçu li semtê Balikçilarbaşiyê kincên jin û zarokan difroşe. Tavukçu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku beriya bûyerên terorê alvêr gelek baş bû, ew mihtacî kesî nedibûn.
Tavukçu diyar kir, piştî ku li Sûrê çal hatin vedan, karê wan sekinî û wan mecbûr kargeha xwe girt. Tavukçu diyar kir piştî demeke dûr û dirêj wan ev heftêyek e kargeha xwe vekiriye.
Tavukçu got ku kincên zivistanê hemû di destê wî da man û di nav 4 mehan da 200 hezar lîre zirara wî çêbû.
Tavukçu destnîşan kir wan ji hêla manewî va tengasiyên mezin kişand, zirara wan a madî jî wê alvêrê bikin û çareser bikin, Tavukçu got ku ji bo vê jî pêdiviya wî bi esnafê Sûrê heye.
Tavukçu daxuyand ku esnafê navçeyê di rewşeke dijwar da ye û ji bo piştevaniyê bangî welatiyên bajêr kir.
Tavukçu li dijî terorê banga yekîtî û bihevrabûnê kir û diyar kir, beriya ku çal werin vedan jî tirk, kurd, çerkez her kesî xwe bi rehetî îfade dikir, problema kesî bi kesî ra tunebû.
Tavukçu wiha got:
"Ji bo me şerma herî mezin jî ew e ku polêsek bê yêlekê pola nikare li navçeyê bigere. Ji bo me şermeke ji vê mezintir tuneye. Beriya bûyeran hevalên min ên polês dihatin, sohbet dikirin, me çay vedixwar. Ez kurd im, tu pirsgirêka min bi Tirkiyê ra tuneye. Ez dikarim li welatê xwe bi zimanê ku dilê min dixwaze pê diaxivim. Bi min çal lîstika dewletên mezin bû. Tirk, kurd, laz, çerkez tu pirsgirêka kesî bi kesî ra tunebû, anîn ev pirsgirêk derxistin. Em hizûrê dixwazin. Li ser me lîstikên mezin tên lîstin. Kurd, tirk em bi hev ra li dijî van lîstikan şer bikin."
- "Xwedê heqê me nehêle"
Bedrî Tan jî got ku ew ji zarokatiya xwe heta niha li navçeya Sûrê esnaftiyê dike, lê heta roja îro tengasiyeke wiha nekişandiye.
Tan got ku ji ber bûyeran derûniya wan xerab bûye û ligel pirsgirêkên manewî, ziyana wan a maddî jî çêbû.
Tan diyar kir, zivistanê wî 60 hezar lîre alvêr kir, lê berên wî hemû di destê wî da man û wiha dewam kir: "10 çewal mal di destê min da ma. Ez perîşan im. Ez nikarim berên nû jî bistînim."
Tan got ku ew ji bo alvêrê li benda gelê Diyarbekirê ne ku werin Sûrê û wiha dewam kir: "Kurd zirarê dide kurdan, em bixwe zirarê didin xwe birayê min. Xwedê heqê me nehêle. Xwedê kêmasiya dewletê li ser serê me nede."