Nihat Kavşut
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "31ê Gulanê roja yekşemê em ê terhîsan bidin destpêkirin. Der heqê vê da tevdîrên muhim hatine hildan."
Di serokatiya Hulusî Akar da bi beşdariya Serekan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û alîkarên wezîr bi vîdeo konferansê civîna heftane hat kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir 31ê Gulanê roja yekşemê wê terhîsan bidin destpêkirin û got ku der heqê vê mijarê da tevdîrên muhim hatine hildan.
Akar got ku ciwanên me yên ku wê bên terhîskirin wek tevdîr ji 18ê Gulanê da di bin çavdêriyê da ne û heta niha di nav wan da kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketibin tunene.
Hulusî Akar got ku armanca me ew e ku eskerên me bi silametî vegerin malên xwe û ciwanên bên nav yekîneyên me jî bi silametî bên întiqalkirin.