09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
SÎÎRT
Li Sêrtê endamên komeleyên jin ku di nav 61 saziyên civaka sivîl ên ku di bin banê "Ji bo bihevrebûnê Platforma Erê" hatin bal hev, li navenda ku ji bo dengdayîna gel ê 16ê nîsanê hat avakirin, nobet girtin.
Endamên platformê ku li navenda kolana Gurselê hatin bal hev, agahîdan kesên ku navendê ziyaret dikin û bi defê banga "erê" dikin.
Seroka Komeleya Jinên Muteşebisa civakî ya Sêrtê Nurten Temîz got ku weke zilaman, jin jî, nobetê digrin.

Temîz got ku jin li defê dixin û nobeta xwe derbasdikin. Temîz wiha dewam kir: "Jinên ku bi zilam û zarokên xwe di 15yê tirmehî de dijî hewla derbeyê derketin kuçe û kolanan îro jî ji bo "na" nobetê digrin.
Seroka Komeleya Beyzayê Reyhan Şendûr jî got ku doza jina jî heye û ji ber vê yekê weke jina ew jî nobeta "erê" digrin.

Ferîce Elçîbogayê ku 6 zaro û 15 neviyên wê hene, jî got ku ji bo pêşeroja zarokê xwe nobetê digrin.
Elçîboga got: Hertim emê li bal Serokomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan bin. Înşallah wê biserbikeve. Ji bo tirkiye, ji bo zarokên me, ji bo azadî û welatê me, Xwede wî ji serê me kêm neke."