Karsazên Konyayê li Wanê "Dibistana Navenda Sepandinê û Dibistana Seretayî ya Yên Guhên Wan Baş Nabihîsin ya Mewlana" dê çêkin. Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu jî ji bo xîmavêtina dibistanê li gel karsaz, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û siyasetmedaran hate Wanê. Di heyetê de bi tevahî 180 kes hene.
Walî Aydin Nezîh Dogan, Parlementerên Wanê yên AK Partiyê Burhan Kayaturk û Mustafa Bilicî û hin rayedarên din li balafirgeha Ferît Melen bi kulîlkan heyet pêşwazî kirin. Heyet paşê derbasî cihê taştê bû û li qeraxê Gola Wanê, taştêya Wanê ya navdar xwarin.
Dibistan li ser qadeke 3 hezar û 275 mêtrokareyî tê çêkirin û bi temamî milyonek û 453 hezar lîre pere dê ji bo çêkirinê bê xerckirin.
Davutoglu jî beşdarî merasima xîmavêtinê bû û govenda "Koma Reqasê ya Dibistana Kesên ku Guhên Wan Nabihîsin ya Ebdurrahman Gazî" temaşe kir.