10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
MALATYA
Meteorolojiyê hişyarî da û got ku wê li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Adiyaman û Bîngolê ba û bahozê rabe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê, ji nîvro pê ve heta 12ê tîrmehê roja sêşemê li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Adiyaman û Bîngolê germahiya hewayê wê di navbera 1 û 3 pileyan de kêm bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Adiyaman û Bîngolê bayekî xurt wê ji bakur û rojavayê bakur çêbibe û hin caran jî wê bahoz çêbibe.
Hat gotin ku dibe ku banê hin xaniyan hilweşin, dar û dîreg welgerin. Li hember van bûyeran hat gotin ku bila welatî hişyar bin.