Haydar Şahin
17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2019
Li gor texmînan îro li hin herêmên welêt hewayê ewravî be, baranê bibare, li herêmên Marmara, Behra Reş a Rojava û dorberê Samsunê jî mij û dûmanê bikeve.
Li gor agahiyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li piraniya Tirkiyeyê hewayê ewravî be û dibe ku baran bibare.
Tê texmînkirin ku îro li başûrê Marmarayê, Egeya Navîn, Behra Sipî, Behra Reş a Navîn û Rojava, Rojhilat û rojavayê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Diyarbekir, Muxlayê hewayê ewravî be û baranê bibare.
Bi şev û berdestê sibê li Marmarayê û Behra Reş a Rojava û dorberê Samsunê mij û dûmanê bikeve.
Tê texmînkirin ku li welêt germahiya hewayê ew ê dakeve û li gor ya demsalê dewam bike. Bayê ji aliyên başûr ra rabe, li Marmarayê jî ji bakur û bakurê rojhilat ra rabe.