Abdullah Tel
30 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2020
Bi qasî tê payîn rêjnebaran û taviya bibirqetav a ku wê li Rojhilatê Behra Spî piştî nîvrojê dest pê bike wê heta derengiya şevê dewam bike û car caran jî tesîra xwe zêde bike.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rêjnebaran û taviya bibirqetav a li Rojhilatê Behra Spî tê payîn piştî nîvrojê û heta derengiya şevê wê li dor û berê bajarê Gîresun, Trabzon û Rîzeyê bi tesîr be. Li rojhilatê Gîresûnê û rojavayê Trabzonê jî tê payîn ku wê xişik bibarin û tesîra baranê jî wê zêde be.
Divê welatî ji ber lehî, av lê qelibîn, brûsk vedan, xişik barîn, bayê şid û hezazê hay ji xwe hebin û bi baldar bin.