DIYARBAKIR
Şaredariya Baglarê dahata ku ji xwarina xebatkarên şaredariyê hat bidestxisitin dê ji bo piştgiriyê bişîne Rojavayê.
Saniye Varliya ji berpirsyarên Jiyan Bazara Semtê ya Şaredariya Baglarê da zanîn ku xwarina hat dayîn wek berdewama kampanyaya ku berê dabûn destpêkirin.
Varliyê diyar kir dahatên ku ji xwarinê bê bidestxistin ji bo ku bişînin dê bidin hevalên berpirsyar û got ku ji ber hesasiyeta wan, ez hevalên me pîroz dikim, heya ragêşiya Rojava berdewam be dê xebatên me jî bidomin.
Şaredar Yûksel Baran, arîkarên şaredar û xebatkarên şaredariyê beşdarî xwarinê bûn.