Sefa Mutlu
07 Tebax 2022•Rojanekirin: 08 Tebax 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vîdeoya kêliya ajotina testê ya Togga otomobîla Tirkiyeyê parve kir.
Serokomar Erdogan bi etîketa "Bîranîneke Toggê" li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parve kir.
Duh li Geliyê Înformatîkê ya Gebzeyê "Merasima Xelatê ya Kesên Qîmeta Kocaeliya Navend a Teknolojî û Sanayiyê Zêde Dikin" hat lidarxistin. Erdogan beşdarî vê merasimê bû û paşê prototîpa endezyariyê ya Toggê ku pêvajoya wê ya test û ceribandinê dewam dike, ceribandibû.
Di ajotina testê da Rêvebirê Payebilind ê Toggê Mehmet Gurcan Karakaş jî bi Erdogan ra geriyabû.