Türkan Tosun
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) der barê êrîşa xwekujiyê ya 200 mêtro dûrî Qişleya Anadoluyê ya Fermandariya Hêza Wezîfeyê ya Tirk a li Somaliyê hat kirin da daxuyanî da û got welatiyekî Somaliyê di êrîşê da hat kuştin.
WPNyê der barê êrîşê da daxuyanî da û wiha got: "Li Somaliyê di êrîşa xwekujiyê da ku 200 mêtro dûrî Qişleya Anadoluyê ya Fermandariya Hêza Wezîfeyê ya Tirk hat kirin welatiyekî Somaliyê hat kuştin, kesek jî birîndar bû. Di vê êrîşa qeleş da xebatkarên me û Qişleya Anadoluyê zirar nedît. Em rêxistina terorê ya ku ev êrîş pêk anî û piştgirên wê bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê didin gelê Somaliyê û dibêjin derbasî be. Emê di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da birayên xwe yên ji Somaliyê tenê nehêlin."